• Thursday, 12 February 2026
logo

Konsûlê Brîtanya teqînên terorîstîyên Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Gulan Media October 1, 2013 Nûçe
Konsûlê Brîtanya teqînên terorîstîyên Hewlêrê bi tundî şermezar kir
Konsûlxaneya Birîtanya li Hewlêrê bi tundî teqînên terorîstîyên roja yekşembîyê 29/9/2013 li bajarê Hewlêrê şermezar kir. Konsûlê giştîyê Birîtanya yê li Hewlêrê Hugh Evans bi tundî ewan teqînên terorîstî mehkûm dike û radigihîne, ku hîç demekê teror cihê aramî û seqamgîrîyê li Herêma Kurdistanê nagre.


Konsûlê giştîyê Birîtanya yê li Hewlêrê di daxuyanîyekê de bûyerrên terorîstîyên bajarê Hewlêrê mehkûm dike û dibêje:´´ hikûmeta Birîtanya bi tundî ewan êrişan şermezar dike ku hatine kirin bo ser baregehên hikûmeta Herêma Kurdistanê di rêkewta 29/9/2013 de.´´

Hugh Evans herwisa ragihandiye:´´ êrişê ser bajarê Hewlêrê ku bajrê aştîyê û ciheke arame, em dilgiran kirîn. Em tekez jî dikîn ku cihê teror û tundûtîjî bi hîç awayekê di dahatûya Herêma Kurdistanê û beşên dinên Iraqê de nabe.´´

Di beşeke din a evê daxuyanîyê de hatiye:´´ em hevsozî û serxweşîya xwe arasteyê malbatên qurbanîyên ewê êrişa tirsinokane dikîn û tekezî li ser piştgîrîya tewaw a hikûmeta Birîtanya bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dikîn bo sizadana encamderên ewê kirdara terorîstî.´´
Top