KCK: AKPê bi pakêtê dîsa kurd xapand
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê pakêta ku duh (30.09.2013) ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ve at ragihandin, daxuyaniyek da û ragihand, "Pakêtê nîşan da ku AKP ne çareserî, bêçareserî weke polîtîkayekê pejirandiye. Hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê re dixwaze kurdan mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike."
KCK'ê destnîşan kir ku di rewşa heyî de, pêvajoyek li holê nemaye û destnîşan kir ku ya heta niha hatiye kirin, dewama polîtîkaya mijûlkirinê ye.
KCK'ê ragihand ku ewê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersiva polîtîka û pakêta AKP'ê bidin.
