• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê warê bihevre jiyanê ye

Gulan Media October 1, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê warê bihevre jiyanê ye
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje Kurdistan hertim warê bihevre jiyanê bûye û vê her wisa bimîne

Îro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Metranê Ebrîşeya Keldanî ya Hewlêrê Metran Beşar Werte û heyeteke pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Metran Beşar Werte bi minasebeta Şehîd ketina hijmareke endamên asayîşê jiber kiriyara terorîstiya Hewlêrê perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr û kesûkarên Şehîdan kir û hevxemiya xwe jî bo malbeta qurbaniyan diyar kir.

Beşar Werte ew kiriyara han bi hewldaneke bêencam bo aloz kirina rewşa Kurdistanê wesif kir û ragehand ku, Kurdistanê bûye wargeheke aram bo tevahiya pêkhateyên curbicur lewre neyar û nahezên bihevre jiyanê bi her awayî hewl didin daku, rewşa Kurdistanê aloz bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa rewşa wan welatiyên Mesîhî hate kirin ku, li Bexda, Mûsil û Kerkûkê jiber gefên terorîstan hatine Kurdistanê û Metran Werte bo hevkarî kirina wan welatiyan spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û got: Ez li ser navê Mesîhiyên Kurdistan û Îraqê jiber vekirina hembêza gerim ya hikûmeta Kurdistanê spasiya we dikim.

Di dawiya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî ew yek eşkere kir ku, Kurdistanê hertim warê bihevre jiyana pêkhatên etnîkî û olî bûye vê her wisa bimîne.
Top