Efrîn: Li Cindirêsê 16 çekdarên DAIŞ mirin
Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro 1/10/2013`an di demjimêr 6.00 danê sibê li dijî gundê Kilê yê ku dikeve navbera Cindirês û Atmê û ji aliyê Dewleta Îslam Êraq û Şam(DAIŞ)/Cephet El Nusra ve wek biryargehek navendî dihat bikaranîn operasyonek li darxist.
Li gor nûçeyê di encama operasyonê de şerên dijwar dinava gund de qewimîne û heta niha 8 endamê DAIŞ hatine kuştin û gelek ji wan bîrandar bûne. Her weha şer hêj li nava gund bi hemû dijwariya xwe didome.
Ji aliyekî din ve çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh 30/9 li girên derdora gundên Şêx Kerez, Diwa Jêrîn navçeya Cindirêsê dinavbera YPG’ê û DAIŞ şerên dijwar rûdane û 8 endamên DAIŞ hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Heman çavkanî ragihandin wan koman kuştî û birîndarên xwe bi riya ambûlasên Tirk derbasî Tirkiyê dikin.
Li gora çavkaniyên YPG’ê yekîneya wan a tankan her duh navendek nêzîkî Atmê ya DAIŞ’ê hedef girtiye û di encama bombebaranê de navend bi temamî hatiye rûxandin. Çavkaniyan ragihandin ku gelek endamê DAIŞ’ê li ev navenda hate kuştin û birîndar kirin. Lê hejmarek zelal nehat zanîn.
Jêder: ANHA
