• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan ne Îraq e

Gulan Media September 30, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurdistan ne Îraq e
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta teqînên terorîstî yên dohê ên li Hewlêrê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi xem û kovaneke mezin ve serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên Şehîdên qehreman yên kiryara terorîstiya dohê dikim ku, ji bo parastina canê welatiyan canê xwe feda kirin, daxwaz ji xwedê mezin dikin daku, wan bi ceneta xwe şa bike û herwiha hêviya başbûnê ji bi birîndaran jî dixwazim.

Piştî 6 sal hewldanên bêencam yên terorîstan bo aloz kirina rewşa Kurdistanê, dohê derfet dîtin daku, destên xwe yên terorîstî bigehênin Hewlêrê û asayîşa Hewlêrê bikin amanc. Her çend nikarîn bigehêjin amancên xwe lê mixabin çend zarokên xwe yên hêja wenda kir û ew yek dibe sedema vê yekê daku, bi coşeke mezin li hember terorîstan berxwe bidin.

Her çend guhertin di warê îdare kirina asayîşê de hatiye lêbelê xelkê hêja yê Kurdistanê dilniya dikin ku, weke civata ewlekariya netewî hîn zêdetir piştgîrî û hevkariya asayîşa giştî û dezgehên din yên ewlekarî dikin û bi ti awayî ew kiriyara qirêj nikare bibe asteng li berdem berdewam bûna me a ji bo parastina asayîş û aramiya Kurdistan û selametiya welatiyên Kurdistanê.

Pêwîste em libîr nekin ku, em di nava devereke têjî ji tîror û rewşeke gelek aloz de dijîn, her çend rojane bi dehan kiryarên terorîstî li derdorê me diqewmin lêbelê jiber hewl û keda xwişk û birayên me û tevahiya dezgehên ewlekarî Kurdistan ji her devereke din aramtire û rewşa Kurdistanê bi ti awayî ligel rewşa deverên din yên Îraqê nayê berawerdkirin.

Hêvî dikim xelkê çavnetirs û hişyar yê Kurdistanê jibilî agehdarbûn ji metirsiya teror, piştgîrî kirina xwe bo dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bidomînin daku, bikarîn tevahiya planên terorîstan pûç bikin û aramiya zêdetir bo welatiyên xwe dabîn bikin.
Top