Şahê Urdinê li peywendiyekî telefonî de hevxemiya xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê ragihand
Li peywendiya telefoniyê de Şah Abdullah hevxemiya xwe û welatê xwe bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand û serxweşiyê li kesukarê şehîdên kirdara terorîstiyê kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Her wiha piştgîriya tevahiya welatê xwe jî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê ragihand.
Li beramber de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî birêz Şah Abdullah û gelê Urdinê kir.
