Barzanî çû dîtina birîndarên teqînên Hewlêrê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (30.09.2013) li nexweşxanê serdana birîndarên teqîn û êrişên duh ên bajarê Hewlêrê kir û ji rewşa wan pirsî.
Duh li bajarê Hewlêrê di encama teqînên xwekujî û êrişa komek çekdar de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn. Di bûyeran de her wiha 6 xwekuj jî hatin kuştin.
