• Thursday, 12 February 2026
logo

YPG:7 çete li Efrînê dîl girtin

Gulan Media September 29, 2013 Nûçe
YPG:7 çete li Efrînê dîl girtin
Li gor nûçeyek Ajansa Hawarnewsê, şer û pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel û grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê berdewame û şeva borî YPG navendeke grûpên tundrew li nêzî devera Atma ya parêzgeha Idlibê kir armanc û di encam de 5 endamên grûpên çekdar hatin kuştin her weha îro şervanên YPG 7 êrişkarên çete li nahiya Şêrawa dîl girtin..

Amaje bi wê yekê kir ku grûpên çekdar hêriş kirin ser gundê Til Dîwa û Cindirêsê ku diencam de şerê wan digel YPG derket ku 5 endamên wê grûpê hatin kuştin ku bi vî awayî hejmara kuştiyên şeva borî gihîşte 10 kesan,ku di nava wan deserkirdeyê giştî yê grûpa tundrew yê Dewleta Îslamî ya Îraq - Şamê Ebo Omer Şîşanî jî heye ku xelkê Çîçan e û termê wî jî di destê YPG de ye.

Ji aliyekî din ve îro di demjimêrên danê êvarê de li gundê Cilbir ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê komeke ji 7 kesan pêk tê û hate gotin girêdayî komên çekdar ên li ser navê îslamê tevdigerin hewl dan ku êrîşî bazgehek YPG'ê bikin lê hêzên YPG'ê bi awayekî lez û bez mudaxele kir û her heft êrîşkar dîl girtin. Hate ragihandin ku li gel êrîşkaran wesayîtek ku Doçka li ser heye jî hatiye desteserkirin
Top