• Thursday, 12 February 2026
logo

PDK bû yekem

Gulan Media September 28, 2013 Nûçe
PDK bû yekem
Komisyona serbixwe ya hilbijartinan îşev encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ragehand.
Komisyona serbixwe ya hilbijartinan ragehand ku, heta niha encamên ji sedî 95ê hilbijartinan hatine eşkere kirin û li gor wan encaman jî partiya demokrata Kurdistanê yekemîn e.

Komisyona eşkere kir ku, PDK 719 hezar û çar deng, goran 446 hezar û 95 deng, YNK 323 hezar û 867 deng, yekgirtûya îslamî 178 hezar û 681 deng, komela îslamî 113 hezar û 260 deng, bizotneweya îslamî 20 hezar û 795 deng, sosiyalîst 11 hezar û 828 deng, komonîst 11 hezar û 768 deng, arasteya sêyem 8 hezar û 268 deng bidest xistine.
Top