• Thursday, 12 February 2026
logo

Hoşyar Zîbarî: Giropên çekdar pêşêlkariyan di derheqê kurdan dikin li Sûriyê

Gulan Media September 26, 2013 Nûçe
Hoşyar Zîbarî: Giropên çekdar pêşêlkariyan di derheqê kurdan dikin li Sûriyê
Hoşyar Zîbarî Wezîrê Derve yê Îraqê tekez kir ku Kurd li Sûriya li hinek navçeyên kurdî rastî êrîşan tên ji aliyê Cebhetul Nesra ve û amaje bi reveke bi kom kir ji aliyê kurdan ve ber bi Herêma Kurdistanê ve ku hejmara wan 200 hezar kes derbazkir.

Zîbarî di çavpêkeftinekê de di gel rojnameya Alheyat de redkir ku aliyek bin di gel rejîmê di kirêza Sûriyê de û got ku wan tu alîkarî yan piştevaniyek ji rejîmê re nekiriye.

Herwiha amaje bi wan çekdarên Îraqî yan xwepexşan kir ku bi paldera Taîfî li Sûriya şerdikin lê got jî ku gereke amaje bi 10 hezaran çekdarên ji welatên Erebî jî were kirin.

Zîbarî pêşbînî kir ku Esed di deshelatê de bimîne û aloziya Sûriyê pir dirêj bike ji ber ku stratîjiyên herêmî bi ser neketin û kêşe niha ketiya di çarçoveyê nêvdewletî de.
Top