• Thursday, 12 February 2026
logo

Li nêzî Atma pevçûn, li Cindêrisê gel radihêje çekan

Gulan Media September 26, 2013 Nûçe
Li nêzî Atma pevçûn, li Cindêrisê gel radihêje çekan
Li Atma ya navbera navçeya Efrîn Cindêrisê û herêm Îdlibê, di navbera hêzên YPG û komên ser bi El Qaîdeyê pevçûnên dijwar rû dan. Herî kêm 40 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin û cenazeyê 3 ji van ketin destê YPG'ê. Di pevçûnan de endama Meclîsa Leşkerî ya Efrînê ya YPJ'ê Ronahî Efrîn jiyana xwe ji dest da. Li Cindêrisê gel daket kolanan.

Hêzên YPG'ê, li ser banga şêniyên bajarê Atma ya li ser sînorê Tirkiyê ye û li herêma Îdlîbê cih digire, di şeva 21-22'ê Îlonê de beşek ji hêza xwe şandibû herêmê û du gir bi dest xistibû.

Îro danê sibê, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya ser bi El Qaîdeyê bi topên hewan û çekên giran êrîşî mewziyên YPG'ê bi dest xistibûn, kirin. Girên ku YPG'ê bi dest xistine, li jorê gundên Dîva, Cemelê û Derbelûtê ne.

Bi bersivdayîna hêzên YPG'ê re pevçûnên dijwar rû dan. Piştî ku dengê pevçûnê bilind bû, gelê Cindêrisê daket kolanan. Bi hezaran kes ji malên xwe derketin û herikîn navendên YPG'ê û Meclîsa Gel. Hinek ji wan bi çifte, kaleşnîkov û çekên xwe yên sexsî hilgirtin, hatin ber navenda YPG'ê û xwestin biçin herêma şer.

Jinên temen dirêj jî ji bo şervanên YPG'ê dest biçêkirina xwarinê kirin, zarok jî avê ji şervanên YPG'ê re dadigirin û dibin.

Hat hînbûn ku di pevçûnan de heta niha 40 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin, bi dehan ji wan jî birîndar bûn. Cenazeyê 3 ji wan ketin destê YPG'ê û li ser wan jî belgeyên bi nivîsa bi zimanê Rûsî hatin dîtin. Tê gotin ku di belgeyan de tê xwestin ku ji derveyî Sûriyê hîn bêtir şervan bên Sûriyê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî YPG'ê hatin wergirtin, belge û navên mijara gotinê yên hatin bidestxistin nîşan didin ku endamên El Qaîdeyê ji Dagistanê ne. Di vê navberê de komên çete ji bo hejmara kuştî û birîndarên xwe veşêre dest danî ser nexweşxaneya li Atma û ji mizgeftan banga cîhadê dikin.

Di vê navberê de, di pevçûnan de Endama Meclîsa Leşkerî ya Efrînê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) û YPG'ê Ronahî Efrîn jiyana xwe ji dest da.

Firatnews
Top