• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji ber peyamnêrê Rûdawê “direve”!

Gulan Media September 26, 2013 Nûçe
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji ber peyamnêrê Rûdawê “direve”!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ji ber peyamnêrê Rûdawê bi awayekî henekî dibêje: “Eger Hêvîdarê Rûdawê ye em birevin”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh (25.09.2013) serdana pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê kir. Dema Nêçîrvan Barzanî dixwest ji pêşangehê derbikeve rojnamevanan derdora wî girtin lê pasewanên wî nehîştin tu kes nêzîkî wî bibe.

Lê dema peyamnêrê Rûdawê xwest pirsekî ji serokwezîr Barzanî bike, wî jî bi henekî wiha got: “Eger ew Hêvîdarê Rûdawê ye em birevin”, piştî vê gotinê herkes keniyan lê tişta balkêş ew bû ku Hêvîdarê ku Nêçîrvan Barzanî behsa wî dikir, wê rojê li wir nebû!

http://www.youtube.com/watch?feature=player_embedded&v=eALO2XZlO60

(Rûdaw)
Top