• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hewîce sê otomobîlên bombekirî hatin teqandin

Gulan Media September 25, 2013 Nûçe
Li Hewîce sê otomobîlên bombekirî hatin teqandin
Di encama teqîna 3 otomobîlên bombekirî de li ber avahiyên rêveberiya polîs û şaredariya bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, herî kêm 6 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro (25.09.2013) danê sibê, du otomobîlên bombekirî li ber avahiya rêveberiya polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê hatine teqandin.

Li gorî agahiyan, piştî teqînê komên çekdar êrişî avahiya polîs kirin û di navbera wan û hêzên polîs de pevçûn derket. Hat zanîn heta niha jî pevçûn didome.

Her wiha hat gotin ku otomobîlek bombekirî jî li ber avahiya şaredariya Hewîce teqiya ku di encamê de 6 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, otomobîlek bombekirî jî li ser rêka rêveberê giştî yê hêzên polîsên derdora Kerkûkê Serhed Qadir hatibû danîn lê tîmên ewlehiyê mijûlî pûçkirina wê otomobîlê ne.
Top