Kempên penaberên Rojava ji ber werza sermayê tên veguhestin
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî îro (25.09.2013) digel berpirsên karûbarên penaberan ên parêzgeha Hewlêrê civiya.
Di civînê de biryar hat dayîn ku kempên Bêxme û Behrikê yên penaberên Rojava bên valakirin û bo kempên Dareşekran û Basirme bên veguhestin û Bêxme û Behrike jî bo rewşên awarte bên hîştin.
Her wiha biryar hat dayîn ku veguhestina penaberan bo kempên nû di demek zû de bê destpêkirin û ev kar ji aliyê saziyên xêrxwazî yên mîna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Heyva Sor û ajansên NY pêk were û kelûpelên pêwîst bo penaberan were dabînkirin.
Li gorî agahiyan, di civîna parêzgarê Hewlêrê digel berpirsên karûbarên penaberan de têkez li ser dabînkirina hemû pêdiviyên penaberên kempên Dareşekran, Basirme, Qûştepe di warên xwendin, perwerde, tenduristî, berevaniya sivîl, elektrîk û kanalîzasyon were dabînkirin û hemû tiştek li gorî pîvanên navdewletî were cîbicîkirin.
Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 230 hezar penaberên Rojava û Sûriyê li Herêma Kurdistanê ne.
