Mîdiyaya cîhanî: Hilbijartinên Kurdistanê serkeftî bûn
Di vê derbarê de her yek ji malpera dunya bûltenî ya Tirkî, Bostin û Cnn belav kirin ku, prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê proseseke serkeftî bû û partiya demokrata Kurdistanê nêzî 45 korsiyên parlementoyê bo xwe misoger kiriye.
Malperên nav hatî behsa azadiya heyî ya li Kurdistanê kirine û nivîsandine: Hilbijartinên Kurdistanê bi awayekî azad û demokratîk hatine birêvebirin û Kurd ev prosesa han bi serkeftî bidawî anî û karûbarên kêşandina boriya petrolê ya ji Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi dawî ve diçin.
Di beşeke din ya wan raportan behsa aramiya Kurdistanê jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, Kurdistan xwedan rewşeke gelek aram û başe û beruvajî deverên din yên Îraqê Kurdistanê gelek aram û pêşkeftiye.
