Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Kerkûkê şermezar kir
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tûndî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dikîn ku bi awayeke hovane welatiyên medenî dikin armanc û dûpat dikîn herdem dijî tundutîjiyê radiwestîn, heman demî de daxwaz dikîn tawanbar bêne peydakirin û radestî dadgehê bikin û ji bo parastina ser û malê welatiyan zêdetir hewlên bêne dayîn. Hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn û radigîhînin ku dergehên nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo hatina hawara birîndaran vekiriye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22/09/2013
