• Thursday, 12 February 2026
logo

Encamên nafermîyên destpêkê yên hilbijartinan; PDK bi 42 kursîyan di pileya yekem de ye

Gulan Media September 23, 2013 Nûçe
Encamên nafermîyên destpêkê yên hilbijartinan; PDK bi 42 kursîyan di pileya yekem de ye
Piştî bi dawî hatina proseya dengdanê li herêma Kurdistanê, proseya vavartin (cudakirin) û hejmartina dengan dest pê bûye û li gor dawî amaran, lîsta partîya demokrata Kurdistanê (PDK) li ser asta herêma Başûrê Kurdistanê pileya yekemîn bi dest ve anîye û heta niha karîye 42 kursîyan bi dest bihîne.

Jêderekê ji ajansa nûçeyan a Peyamnêr (PNA) re ragihand, ku piştî ewê çendê ku serokê komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan ragihand, ku rêjeya dengdana hilbijartina parlemanîya Kurdistanê li ser asta herêmê %73.9 bûye, li Hewlêrê rêjeya dengdanê 71.7 bûye û li Silêmanîyê rêjeya dengdanê %73 û li Duhokê jî rêjeya dengdanê 76.4 bûye.

Li gor zanyarîyan û li gor amarên nafermî, lîsta PDKê serkevtîyê hilbijartinane û di pileya yekem de ye û zêdetirîn rêjeya dengan û kursîyên parlemana herêma Başûrê Kurdistanê bi dest ve anîye, Li gor ewan zanyarîyan PDKê li gor amarên nafermî 42 kursî bi dest ve anîye.

Li gor heman zanyarîyan, lîsta Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) 18 kursî bi dest ve anîye û lîsta tevgera Goran jî 22 kursî bi dest xwe ve anîye. Bi evê şêweyê lîsta Goran di pileya duyem de ye û lîsta YNKê jî rastî şikestineke mezin hetiye û niha di pileya sêyem de ye.

Hilbijartinên giştîyên bo xûla çarem a parlemana herêma Kurdistanê duh roja şembîyê 21/9/2013 birêve çû. Komisiyona serbixweya hilbijartinan jî derbarê pakî û şefafîya hilbijartinên duh de ragihandiye, ku proseya hilbijartinên parlemanî yên herêma Kurdistanê bi rêjeya %90 bêgerd û pakij bûye.
Top