Serok Barzanî spasiya gelê Kurd kir
Bi minasebeta bi dawî hatina prosesa hilbjartinên parlementoya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdê serbilind dikim. Serkeftina vê prosesê serkeftina Kurdistanê ye û destkefteke mezine bo gelê me, daxwaz ji tevahiya part, aliyên siyasî û welatiyên hêja yên Kurdistan dikim daku aramiya Kurdistanê biparêzin û bo parastina canê xelk û aramiya kurdistanê teqeyên xweşî rawestînin û her kes rêz li encamên hilbijartinan bigre ku, ji aliyê komisyona serbixwe ya hilbijartinan ve tên eşkere kirin.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
21.9.2013
