• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Spasiya gelê Kurd dikim

Gulan Media September 23, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Spasiya gelê Kurd dikim
Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta dawî hatina prosesa dengdanê peyamek pêşkêş kir
Piştî bi dawî hatina prosesa dengdana hilbijartinên parlementoya Kurdistanê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî spasnameyek pêşkêşî gelê Kurd kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Îro dawî bi prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate, spas bo xwedê û gelê Kurd ku, ew prosesa han bi serkeftî bi dawî bû û wêneyeke ciwan ya demokrasiya Kurdistan û gelê Kurd pêşkêşî cîhanê hate kirin.

Em bi hişiyariya gelê xwe serbilindin û denderên Kurdistanê bi awayekî giştî nimûneyeke baş pêşkêş kirin û bûn sedema vê yekê ku, aliyên siyasî jî bi awayekî medenî tevbigerin ew jî xaleke gelek mezin ya pêşkeftina gelê me ye û dibe rêz jê re were girtin.

Spasiya komisyona serbixwe ya hilbijartinan, hêzên ewlekarî û polîs û tevahiya aliyên têkedar û çavdêran dikim ku, bi awayekî rêkûpêk wenêrîna prosesa han kirin e.

Daxwaz ji aliyên siyasî dikim ku, ew serkeftina han ya gelê Kurd bi lêv û tegereke baş ya siyasiyan e berdewam bikin û piştî eşkere kirina encaman bilez dest bi damezrandina hikûmeta nû bikin, hikûmetek ku, hêjayê ew serkeftina han be.

Serokwezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
Top