• Thursday, 12 February 2026
logo

NY: Hilbijartinên Kurdistanê gelek baş bûn

Gulan Media September 23, 2013 Nûçe
NY: Hilbijartinên Kurdistanê gelek baş bûn
Nunerê NY yê li Îraqê eşkere kiri ku, prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê proseseke demokratîk û azad bûye

Piştî bi dawî hatina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, nunerê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê ragehand ku, prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gelek bi başî hatiye birêvebirin û proseseke azad û demokratîk bûye û hêvî dikim hilbijartinên parêzgehên Kurdistanê bi heman awayî werin birêvebirin.

Nunerê NY herwiha behsa rêjeya beşdarwanan jî kiriye û gotiye: beşdarî kirina rêjeya ji sedî 73ê rêjeyeke başe.
Her di vê derbarê de Konsolosê Tirkiyeyê jî bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê û komîsyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê kir.

Konsolosê Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, hilbijartinên han û encamên wan bo Tirkiyeyê jî girîngin û modela Kurdistanê jî nimûneyeke gelek başe bo Îraqê bi giştî û Îraqî jî dikarin modela Kurdistanê cîhbicîh bikin.
Top