• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Kerkûkê 2 teqînên bihêz bajarê hejand

Gulan Media September 22, 2013 Nûçe
Li Kerkûkê 2 teqînên bihêz bajarê hejand
Di encama teqîna 2 otomobîlên bombekirî de li Kerkûkê, herî kêm 2 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, îro (22.09.2013) danê sibê li taxa Rehîmawa li bajarê Kerkûkê du otomobîlên bombekirî teqiyan.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 2 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn, her wiha hat gotin 5 kes jî heta niha wenda ne.

Hat zanîn, ji ber teqînê gelek otomobîl şewitîne û zirarek mezin gihîştiye xanî û avahiyên taxê.
Top