• Thursday, 12 February 2026
logo

rêjeya dengdanê ji %73.9 bûye

Gulan Media September 22, 2013 Nûçe
rêjeya dengdanê ji %73.9 bûye
Komisyona bilind a serbixwe a hilbijartinan aşkira kir ku li gorî rêjeya dengdana parlemana Kurdistanê, bihayê her kursiyekî parlemanê di navbera 18 hezar deng ta 19 hezar deng de ye.

Endama encûmena komîseran a komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan Gulşen Kemal ji Xendanê re ragihand ku heya niha rêjeya dengên rast a hilbijartina parlemana Kurdistanê negihêştiye komisyonê, lê belê li gorî rêjeya dengdanê her kursiyekî parlemanê di navbera 18 hezar ta 19 hezar deng daye.

Gulşen Kemal got: Em niha weku komisyonê çaverêya dengên rast a dengdana taybet û dengdana giştî ne. her weha ew jî diyar kir ku dema ku dengên giştî bighên komisyonê, bihayê kursiya parlemanê dê bê diyar kirinê.

Li gorî amarên komisyonê li dengdana giştî de ku duh hate encamdan, rêjeya dengdanê ji %73.9 bûye, bi awayekî ku li parêzgeha Duhokê rêjeya dengdanê %76.4, Hewlêr %71.7, Parêzgeha Silêmanî jî %73 bûye.
Top