Nêçîrvan Barzanî û hevjîna wî yekemîn kes bûn dengê xwe dan
Du roja şembîyê li seranserê herêma Kurdistanê prosesa dengdanê bo hilbijartina endamên parlemana Kudistanê di demjimêr 7ê sibehê dest pê bû û heta 5ê êvarê berdewam bû, Nêçîrvan Barzanî serok wezîrê Kurdistanê û hevjîna wî xatûn Nebîla Mesûd Barzanî yekemîn kes bûn dengên xwe dan.
Piştî dengdanê, serok wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û ew roja dîrokî li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: ´´Îro rojeke xweş û dîrokî ye di dîroka gelê Kurdistanê de û me li herêma xwe ji bona xurtkirina sîstema demokrasiyê pêngaveke din avêt. Em kêfxweş in ku, dema kampaniyaya hilbijartinan, heta derceyekê, bi awayekî baş birêve çû û bê guman serkeftiyê sereke di hilbijartinan de, bi awayekî giştî, gelê Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê di van hilbijartinan de serkeftin dest xist.´´
Serok wezîrê got: ´´Careke din bi germî pîrozbahiyê, bi awayekî giştî, li hemû gelê Kurdistanê dikim ji bona vê serkeftina mezin û xurtkirina demokarsiyê li welatê me.´´
