• Thursday, 12 February 2026
logo

Bexda bi 9 teqînan hejiya û bi dehan kes bûne qurbanî.

Gulan Media September 18, 2013 Nûçe
Bexda bi 9 teqînan hejiya û bi dehan kes bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Bexdayê ragehand ku, Duh danê êwarê 9 tirombîlên bombekirî li taxên curbicur yên Bexdayê de hatine teqandin û di encam de zêdetir ji 88 welatî bûne rubanî.

Çavkaniyên polîsan eşkere kirin ku, ew teqînên han li taxên Elam, Başûrê Bexdayê, meydana Nesir, Parka Sedûn û meydana Kerade de pêk hatine û di encama wan teqînan de 18 welatî canê xwe ji dest dane û 80 welatiyên din jî bûne qurbanî.

Her di vê derbarê de çavkaniyên tendirustî jî dibêjin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Top