• Thursday, 12 February 2026
logo

Peymaneke girîng di navbera hikûmeta Kurdistan û kompaniya DNO de hate îmze kirin

Gulan Media September 18, 2013 Nûçe
Peymaneke girîng di navbera hikûmeta Kurdistan û kompaniya DNO de hate îmze kirin
Îro li Hewlêrê peymaneke girîng di navbera hikûmeta Kurdistanê û kompaniya DNO de bi armanca dabîn kirina sûtemenî bo wîstgeha elektirîka Dihukê hate îmzekirin.

Di merasimekî de ku, Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û berpirsên kompaniya DNO têde beşdarbûn bi armanca dabîn kirina sûtemenî ji gaza xwezayî bo wîstgeha elektirîka Dihukê peymanek di navbera her du aliyan de hate îmzekirin.

Li gorî peymana han biryare kompaniya han ji bo wîstgeha hêlbirîna elektirîkê ya li Dihukê sûtemenî dabîn bike.

Her di vê merasima han de Nêrçîrvan Barzanî diyar kir ku, hertim saman û serwetên Kurdistanê bo wêran kirina Kurdistanê hatine bikaranîn lewre bo me gelek girînge bû ku, dibe em wisa bikin ku, saman û serwetên xwezayî yên Kurdistanê bo awedan kirin û xizmet kirina xelkê Kurdistanê bikar bînin.
Top