• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em piştgîriya qonaxa çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin

Gulan Media September 18, 2013 Nûçe
Serok Barzanî: Em piştgîriya qonaxa çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Parêzgeha Dihkê de duhSerokê Kurdistanê serdana Zaxoyê kir û bi xelkê vê bajarê re civiya.

Di çarçoveya civînên Serok Barzanî yên bi xelkê Kurdistanê re ên bi mebesta propagende kirin bo lîsteya 110 ya partiya demokrata Kurdistanê de, îro Serok Barzanî bi xelkê Zaxoyê re civiya.

Serok Barzanî di civîna han de peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, xelkê Zaxo û derdorê her ji destpêka destpê kirina bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd de roleke gelek girîng lîstiye û vê ji niha û pêde jî vê rola han bidomîne.

Serok Barzanî behsa xebat, têkoşîn, berxwedan û mêrxasiya devera Zaxo kir û ragehand ku, Zaxo hertim kelema çavên Neyar û Dagîrkeran bûye û di dîroka gelê Kurd de Zaxo bi qehremanî û mêrxasî hatiye nasîn.

Derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, ew hilbijartinên han bo paşeroja Kurdistanê gelek girîngin û ez bawer dikim ku, xelkê Zaxoyê weke hilbijartinên derbasbûyî careke din pêşengiya beşdarî kirin di hilbijartinan de bixe stuya xwe û bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bike.

Serok Barzanî diyar kir ku, ez naxwazim ji we re bibêjim ku, hun dengê xwe bidin kî anjî piştgîriya çi lîsteyekî bikin, jiber hun bo xwe baş dizanin ku, kî xizmeta we kiriye û vê di paşerojê de jî xizmeta we bike.

Serok herwiha daxwaz ji xelkê Zaxoyê jî kir daku, di roja 21ê mehê de erkê xwe yê nîştimanî û neteweyî bicîh bînin û biçin ser sernduqan û dengên xwe bidin nunerên xwe daku, di diyar kirina çarenûsa xwe de beşdar bin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa peyvendiyên navbera Bexda û Hewlêrê jî kir û ragehand ku, me hertim hewl daye daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin û ji niha û pêde jî ew helwesta me vê her bi vê rengî be.

Derbarê prosesa aştî û qonaxa çareser kirina pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî kêfxweşiya xwe li hember destpê kirina qonaxa han diyar kir û ragehand ku, em hêvî dikin ew qonaxa han bidome û bigehêje encamên erênî.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku, Kurdistan bo serxistina qonaxa çareseriya aştiyane a pirsa Kurd çî ji destê bê vê bike.
Top