Serok Barzanî bi Mamosteyên olî yên parêzgeha Dihukê re civiya
Di berdewamiya serdana xwe ya bo parêzgeha Dihukê de duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Mamosteyên olî yên parêzgeha Dihukê re civiya.
Di civîna han de Serok Barzanî hevdem ligel şîrove kirina rewşa Rojhilata Navîn, Îraq û Kurdistanê behsa peyvendiyên navbera Kurdistan û welatên deverê kir û ragehand ku, rewşa Rojhilata Navîn û ya Îraqê rewşeke gelek aloz û metirsîdare û Kurdistan kariye xwe ji wan alozî û metirsiyan biparêze û niha li Kurdistanê de rewşeke aram û asûde zale û welatiyên Kurdistanê di nava aramî de dijîn.
Derbarê peyvendiyên navbera Kurdistan û welatên Cîran de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan bi ti awayî nebûye beşek ji kêşeyên heyî û hertim hewl daye bibe beşek ji çareseriya kêşeyan û li gel welatên Cîran jî Kurdistan xwedan peyvendiyên baş û bihêze.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî behsa rola Mamosteyên olî di nava tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de kir û ragehand ku, dîrok bi ti awayî nikare rola Mamosteyên olî çi weke pêşengên civaka Kurd û çî jî weke pêşmerge jibîr bike jiber ku, Mamosteyên olî ji aliyekî de şîret li civak û xelkê Kurdistanê kirine û ji aliyeke din ve jî weke pêşmerge li dijî Dagîrker û Neyaran şer kirine.
Serok Barzanî behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û ragehand ku, hilbijartinên parlementoyê gelek girîngin û bandoreke gelek girîng li ser paşeroja Kurdistanê dikin lewre dibe hun weke Mamosteyên olî hana welatiyan bidin daku, bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bikin.
