Aştî Hewramî: KNN bi pereyên petrolê hatiye damezrandin
Îro wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku, di demê xwe de Newşîrwan Mistefa 30 miliyon dolar ji hikûmetê wergirtiye û xwestiye bi wan pereyên han dezgeheke serbixwe ya ragehandinê dabimezrîne.
Hewramî eşkere kir ku, pişt re derket ku, Newşîrawan Mistefa ew pereyên han bo damezrandin û karpê kirina kompaniya wişe û kanala KNNê bikar aniye.
