• Thursday, 12 February 2026
logo

174 çavdêr wenêrîna hilbijartinên Kurdistanê dikin

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
174 çavdêr wenêrîna hilbijartinên Kurdistanê dikin
Biryare hijmareke zêde ji çavdirên biyanî û navxweyî di roja dengdanê de çavdêriya prosesa dengdanê bikin.

Nivîsîngeha Dihukê ya komisyona serbixwe a hilbijartinan ragehand ku, ew her sê roj carek derbarê prosesa hilbijartinê de raporta xwe pêşkêşî nivîsgeha sereke ya hilbijartinan li Bexdayê dikin.

Di daxuyaniyekî de Berpirsên komisyonê eşkere kirin ku, heta niha nêzî 157 bûyerên binpêkirina qanûnan ji aliyê part û aliyên siyasî ve hatine tomarkirin.

Derbarê hijmarên çavdêran de jî komisyon diyar kir ku, biryare 174 çavdêrin biyanî di roja dengdanê de wenêrîna prosesa dengdanê bikin û hijmareke zêde çavdêrin navxweyî jî vê beşdariya prosesa wenêrînê bikin.
Top