• Wednesday, 11 February 2026
logo

John Mak Kayn: Di Jinêv 2 de divê pirsa kurd yek ji pirsên giring be

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
John Mak Kayn: Di Jinêv 2 de divê pirsa kurd yek ji pirsên giring be
Felah Msitefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Londonê, li Waşîngtonê digel senatorê Amerîkayî John Mak Kayn civîyan.


Di civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku dê di 21ê vê mehê de bihên encamdan, têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdadê hat kirin û daxwaz ji Kongrêsa Amerîkayê kir ku, ew karesatên bi ser gelê kurd de hatine weke jênosîd nas bike.

Herwisa behsa rewşa penaberên Surî yên li herêma Kurdistanê hat kirin û berprisê têkeliyên derve got ku, hejmara penaberên Surî li herêma Kurdistanê 200 hezar kesan derbas kiriye û daxwa ji Amerîkayê kir ku, di warê alîkarîkirina wan penaberan de rola xwe bilîze.

John Mak Kayn dilgiraniya xwe li hember rewşa Suriyeyê, bi tyabetî piştî rijêma Beşar Esed çekê kîmiyayî dijî hevwelatiyên sivî bikar anî, diyar kir. Senatorê Amerîkayî piştevaniya xwe bo daxwaza berprisê têkeliyên derve ya di warê beşdarîkirina nûnerên kurdên surî di civînê taybet bi rewşa syriyê ve nîşan de û got ku, pêywîse nûnerên kurdan jî di wan civîn û konfrensên taybet bi rewşa Suriyeyê ve û b i taybetî di Jinêv 2 de di vê pirsa kurd yek ji pirsên giringên konfrensê be.
Top