Serok Barzanî bi xelkê devera Şêxanê re civiya
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beriya ku, serdana Dihukê bike serdana devera Şêxanê ya li parêzgeha Dihukê kir û bi xelkê vê deverê re civiya.
Di civîna girseyî de Serok Barzanî derbarê jiyan û rewşa xelkê devera Şêxan û rewşa pêkhatên olî yên li deverê kir û ragehand ku, em bi jiyana aştiyane a kemenetewên olî yên devera Şêxanê kêfxweşin û di piraniya sefer û serdanên xwe yên bo derveya Kurdistanê behsa jiyana aştiyane û asûde ya pêkhateyên olî yên Kurdistanê dikin û ew yek jî bûye sedema girîngî pêdana civata navnetewî bi Kurdistanê.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartin û amadekariyên heyî yên ji bo hilbijartinan jî kir û ragehand ku, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gelek girînin lewre dibe her kes bi coş û hestên netewî beşdariya wan hilbijartinan bike û kîj lîst anjî kîj alî bi baş dizane bi dengdana xwe piştgîriya vî bike.
