• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nîpal dixwaze peywendîyeke xurt li gel herêma Kurdistanê ava bike

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Nîpal dixwaze peywendîyeke xurt li gel herêma Kurdistanê ava bike
Di yekem serdana xwe ya bo Îraqê de, Biharat Rac Pawdiyal sefîrê Nîpalê bo her yek ji welatên Îraq, Afganistan, Îran û Pakistanê serdana bajarê Hewlêrê kir û li wir jî serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.


Li gor malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê, di dîdarekê de, sefîrê Nîpalê got ku, ew bi serdana herêma Kurdistanê û dîdarên bi berpirên Kurdistanê re gelek kêfxweşe û got ku, li herêma Kurdistanê nêzîkî 2000 karkerên Nîpalî di warên cudacuda de kar dikin û evê yekê jî wisa kiriye ku,” nuha herêma Kurdistanê li Nîpalê naveke mezine û gelê kurd bi dilgerm û mirovdost dihên naskirin.”

Di hember de berpirsê peywendîyên derveyê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa behsa têkeliyên navebra herêma Kurdistanê û Nîpalê kir û got ku, hebûna hijmareke zêde ya karkerên Nîpalî li herêma Kurdistanê dibe bingehek xurt bi têkeliyên navbera her du aliyan de.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, ji bona giringîdan bi karkerên Nîpalî, herêma Kurdistanê dê hevkarî û hevahengîya nevbera hikûmeta Kurdistanê û sefaretxaneya Nîpalê berfirehtir bike.

Herwiha her du alîyan di evê dîdarê de basa mekanîzmên guncaw bo xurtkirina peywendîyên duqolî kirin.
Top