• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kişanak: Doza KCKê li hember pêvajoyê astengek mezin e

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Kişanak: Doza KCKê li hember pêvajoyê astengek mezin e
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak diyar kir ku doza KCKê yek ji astengên herî mezin li pêşiya pêvajoya çareseriyê ye. Kişanak li ser pakêta demokrasiyê jî axivî û diyar kir ku haya wan ji naveroka pakêtê nîne.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak piştî rûniştina 59. a doza bingehîn a 'KCK'ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dozên KCK'ê yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoya çareseriyê ne.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bi parlamenter Altan Tan û Nûrsel Aydogan rûniştina doza bingehîn a KCK'ê şopand û dûre daxuyaniyek da rojnamevanan. Kişanak diyar kir ku AKP'ê nekarî xwe li serketina hilbijartinên herêmî yên sala 2009'an rabigire û got, "Operasyon bi awayekî zelal û vekirî, hewldanek derbkirina tevgera Kurd bû. Mejiyê derbekar îro jî hebûna xwe diparêze. 4.5 salin hevalên me di girtîgehan de ne. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene."

Kişanak da xuyakirin ku vîna gel di sindoqan de hilbijartiye niha di girtîgehan de ye û got: "Di demeke ku em li ser çareseriya demokratîk diaxivin de, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Yek ji astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya çareseriyê, doza bingehîn a KCK'ê ya li vê avahiya edliyê tê dîtin e. Eger hûn dixwazin pêvajoya çareseriyê bi pêş ve bibin, hingî divê hûn garantiyê bidin gel ku karibe maf û daxwazên xwe yên demokratîk bikar bîne. Rêya vê yekê jî, tavilê girtina vê dadgehê û serbestberdana hevalên me ye."

Kişanak diyar kir ku haya wan ji pakêta nû ya AKP'ê nîne û got, "Weke BDP em nizanin di hundurê pakêtê de çiye heye ku em karibin li ser nirxandinê bikin. Gelo ji pakêteke ku haya BDP'ê jê tineye, wê çareserî derkeve yan na, nizanim. Dema ev hat aşkerakirin emê vê bibînin. Rêya ku ew dişopînin teqez şaş e. Nêzîkatiyeke pozîtîf nîne."

Rudaw
Top