Dr. Necmedîn Kerîm: Min bi telefonê digel Mam Celal axivî
Dr. Necmedîn Kerîm ku berdevkê fermî yê rewşa tenduristiya Talebanî û di heman demê de endamê polîtburoya YNKê ye jî, ji malpera fermî ya YNKê re ragihand ku tenduristiya Talebanî gelekî baş e û dermankirina wî jî baş pêşve diçe.
Dr. Kerîm nerazîbûna xwe li hember gotinên “hinek aliyan” li ser tenduristiya Talebanî nîşan da û wiha got: “Hinek kes ji ber hilbijartinan gotinên nebaş derbarê tenduristiya Mam Celal de belav dikin.”
Berdevkê tenduristiya Talebanî her wiha da zanîn ku çend roj beriya niha bi telefonê digel Talebanî axifiye û bi wî re li ser pêşhatên dawî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê peyiviye û ew jî gelekî kêfxweş bûye.
Talebanî ji roja 17ê Kanûna 2012 ve ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Charite ya bajarê Berlîn li Almanya tê dermankirin.
Rudaw
