Kompanîyên neft û gazê yên li Kurdistanê bi 50 Miliyon Dolar alîkarîya awareyên Rojavayê Kurdistanê dikin
Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civînê de got: ´´Beriya nuha hikûmeta herêma Kurdistanê 10 milyon dolar bo sotemeniyê û 25 milyon dolara jî ji bo pêdawîstiyên jiyanê bo penaberan dane, lê ji ber zêdebûna hijmara penaberan, em hemû divê bi hev re kar bikin û zêdetir alîkariya penaberan bikin.´´
Aştî Hewramî herwiha got ku, 50 milyon dolaraên din weke alîkarî dê kompaniyên neft û gazê yên li herêma Kurdistanê kar dikin ji bo penaberan berdest bikin û her dolareke kompaniyên neftê didin, hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê dolareke bide: ´´Di civîna me de kompaniyên neft û gazê razî bûn alîkariya darayî bo penaberan berdest bikin û ev jî kareke mirovatî ye. Alîkariya wan kompaniyan dê jiyan û rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê xweştir bike.´´
Berpirsê UNHCR li herêma Kurdistanê û bakurê Îraqê got ku, mînakên vê însîyatîva kompaniyên neft û gazê li herêma Kurdistanê wergirtine, di dema serhildana kirîzan de li cîhanê hebûne û ragihand: ´´piştî jinavçûna hikûmeta komonîzmê, Azirbaycanê ew însiyatîv wergirt.´´
Berpirsê UNHCR xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pêşwazî û alîkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û got: ´´lê em ber bi zivistanê diçin û hijmara penaberan roj bo rojê zêde dibe pêwîstî bi alîakriyên zêdetir dibe.´´
Heta nuha zêdetir ji 200 hezar penaberên Surî li herêma Kurdistanê hene û roj bo rojê ev hejmar zêdetir dibe.
