Akademiya polîsan ya Hewlêrê xwendekarên xwe mezûn kir
Di destpêka merasima han de Berpirsê Akademiya han peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya devreyên perwerdehî û pişt re jî Xwendekarên mezûnkirî çend çalakiyên curbicur pêk anîn û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsa hewldanên hikûmeta Kurdistanê bo serdemiyane kirina pergala heyî ya li Kurdistanê a di her warî de kir.
Nav hatî herwiha jiber parastina ewlekariya welat û welatiyan spasiya hêzên polîs û hêzên ewlekarî kir û ragehand ku, polîs û hêzên din yên ewlekarî ên Kurdistanê bûne cêha baweriya xelkê Kurdistanê û karîne bi awayekî baş ewlekariya xelk û welat biparizên.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji hêzên polîs û hêzên din yên ewlekarî kir daku, bi her awayî hewl bidin ewlekariya welat û hilbijartinan bi taybetî di roja dengdanê de bi awayekî herî baş biparêzin.
Nav hatî di dawiya gotara xwe de daxwaz ji hêzên polîs û ewlekarî kir ku, rêz ji mafên mirovan re bigirin û bi ti awayî hewl bo binpê kirina wan mafan nedin.
Piştî bi dawî hatina gotara Serokwezîr, Xwendekarên mezûnkirî hatin xelat kirin û pişt re jî ew merasim bi çalakiyên curbicur dom kir.
