Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kir karesatên gelê kurd bi jênosîd nas bike
Li gor nûçeya roja pêncşembîyê 12/9/2013 malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniyayê û stafê nûneratiya hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê, li Waşîngtonê digel Bred Makgerek cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkariyê bo karûbarên Îran û Îraqê û Kelî Kelemînts cîgira alîkarê wezîrê derve bo karûbarên penaber û koçberan civiyan.
Berpirsê têkeliyên derve rewşa dawiyê ya pirosesa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku, biryare di 12ê vê mehê de û hilbijartinên çaverêkiriyên parlamentoya Îraqê ku biryare di bihara sala bêt de bên kirin û rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê ji berpirsên wezareta derve re behis kirin. Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmet û civaka navdewletî kir ku, di warê alîkarîkirina wê hijmara zêde ya penaberên surî ku, ji ber rewşa aloza wî welatî qesta herêma Kurdistanê kiriye de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.
Felah Mistefa got ku, tenê di meha tebaxê de 50 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê hatine herêma Kurdistanê û nuha zîdetir ji 220 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û: ´´Em nuha ber bi demsala zivistanê ve diçin û pêwîstiya me bi alîkariya teknîkî, îdarî û malî ji bon birêvebirina kampên penaberan heye.´´
Mistefa ragihand:´´ Ew welatên din yên penaberên surî wergirtine zîdetir alîkarî ji civaka navdewletî wergirtiye, hijmareke zêde ya penaberan li herêma Kurdistanê heye û pêwîstî bi alîkarya navdewletî heye.´´
Şandeya herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê jî beşdariyê di civîn û konferensên navdewletî yên taybet bi rewşa penaberan de bike, û beşdariyê di civîna Jenev 2 ya taybet bi Suriyeyê de bike û ew pirsên bi doza kurd hene guhdariya ra û dîtinên beşdarbûyan bike.
Makgerek û Kelemînts hewilên hikûmeta Kurdistanê bo pêşwazîkirin û alîkarîkirina penaberên surî li herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, hikûmeta Amerîkayê dê ji nuha û pê de zêdetir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bike.
Makgerek ku, dê di demek nêzîk de serdana Kurdistanê bike got: ´´Ez weke dostek gelê kurd pêwîste bi hev re kar bikin û em dê berdewam û nêzîk bi hev re kar bikin.´´
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê digel endamên civata bazirganiyê Amerîka-Kurdistan civiya û hijmareke pirsên giring taybet bi hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, rewşa Suriyeyê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola kompaniyên amerîkayî di vadankirina herêma Kurdistanê de, gotûbêj kirin û Felah Mistefa got: ´´Herêma Kurdistanê pêwîstî bi şiyan û pisporiya Amerîkayê bo geşkirina aborî û bilindkirina şiyanên saziyên bazirganî daku bigehin asteke bilind li gor standardên navdewletî heye û kompaniyên amerîkayî dikarin herêma Kurdistanê weke deriyê çûna nav deverên din yên Îraqê bikar bîn in.´´
Şandeya herêma Kurdistanê digel sanator Cîm Rîç û Roy Biland civiya û her du sanatoran rewşa arama herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekîd li ser parastina îstîqrar herêma Kurdistanê weke beşek aram û ji Îraqeke nearam kir. Mistefa ji sanatorên Amerîkayî re got ku, parlamentoya Brîtaniyayê û çend parlamentoyên dinên cîhanê tawanên bi ser gelê kurd de hatine, weke jênosîda naskirine û daxwaz ji wan kir ku, kongrêsa Amerîkayê jî vê pirsê gengeşe bike wan karesatên gelê kurd weke enfal û kîmîyabarana Helebceyê bi jênosîda nas bike. Felah Mistefa tekez kir: ´´îsal herêma Kurdistanê 25 saliya enfal û kîmiyabarana Helebceyê bîranî, em di wê baweriyê de ne ku, cîhan êdî rê nade careke din çekê kîmiyayî bikar bêt. Lê mixabin, çekê kîmiyayî li Suriyeyê hatiye bikaranîn û ev yek jî pêwîstiya naskirina jênosîdaya gelê kurd ji aliyê civaka navdewletyî ve zêdetir dike.´´
Şendeya herêma Kurdistanê digel sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê, serokê peymangeha Waşîngton, serokê peymangeha Rojhilata Navîn, peymangeya Hotson û çend bîrmendên din yên amerîkayî civiyan.
Felha Mistefa digel Cakson Dehlî çefredaksyonê guşeya nivîskaran li rojnameya Waşîngton Post civiya. Herwesa Mistefa hevpeyvînbeke dirêj digel HBO encam da.
Her li Waşîngtonê, Felah Msitefa û Beyan Samî digel Namiq Tan sefîrê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê civiyan û di civînê de rewûşa siyasî û amnî ya Îraqê û rewşa aloza Suriyeyê gotûbêj kirin.
Şandeya herêma Kurdistanê digel Reçard Fontaynî serokê senterê nû yê asayîşa Amerîkayê civiyan û behsa rewşa siyasî û asayîşa Rojhilata Navîn û bûyerên Suriyeyê kir
