• Wednesday, 11 February 2026
logo

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç tê Hewlêrê

Gulan Media September 14, 2013 Nûçe
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç tê Hewlêrê
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç dê di demek nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike. Hat zanîn piştî serdana Arinç, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê serdana Tirkiyê bike.

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got: “Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç dê roja 26ê Îlonê serdana Hewlêrê bike.”

Dizeyî diyar kir ku Arinç dê digel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî agahiyên berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî serdana Arinç serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê serdana Tirkiyê bike û digel serokomar û serokwezîrê Tirkiyê hevdîtinan bike.

Sefîn Dizeyî ragihand ku roja serdana Barzanî bo Tirkiyê heta niha nehatiye kifşkirin.

Tê pêşbînîkirin ku cîgirê serokwezîrê Tirkiyê di serdana xwe ya Hewlêrê de bi fermî beşa kurdî ya ajansa Anadolu veke.
Top