Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku duvdaçûna vê babetê bê kirin û ji bo vê mebestê jî lîjneyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn û li gel ew kesê ku îddîa dike belge li berdest da heye serdana welatê Misir bikin û eger raste, wan keçan bibînin û zanyariyeke tevahî bi dest bînin û rastiya wê babetê ji bo xelkê Kurdistanê zelal bikin.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.09.2013
