Serok Barzanî: Partî û Barzanî bi ti awayî ji Silimaniyeyê nayên cuda kirin
Serok Barzanî di vê serdana han de beşdariya merasima piştgîrî kirin ji lîsteya 110 û berbijarên partiya demokrata Kurdistanê kir û peyvek jî pêşkêşî şîniyên Silimaniyeyê kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe bo Silimanî û dîtina xelkê Silimanî diyar kir û ragehand ku, Silimanî bajarê şehîd û Qehremanan e û partî û Barzanî bi ti awayî ji Silimanî nayên cudakirin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Silimanî bajarêke ku, di sala 1963an de mirina xwe li berçav girt lêbelê amade nebû ku, li dijî Barzanî tiştekî bibêje û partî xwedan sedan Şehîd û rêberên Qehreman yên Silimaniye û xwîna şehîdan li Silimanî emaneteke li ser stûya partiya demokrata Kurdistanê de.
Serok Barzanî behsa dîroka partiya demokrata Kurdistanê jî kir û got: Partî xwedan dîrokêke ku, bingehên vî li Silimanî hatine çeqandin û Silimanî ew bajare ku, di sala 1963 de waneyên gelek girîng da Zeîm Sidiqê tawanbar û di terajidiya 1963 da xelkê Silimanî şehadeta xwe dan ber çavan lêbelê amade nebû tiştek li dijî Barzanî bibêje.
Derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî diyar kir ku, ez nehatime daku, daxwaz ji we bikim ku, dengên xwe bi kîj part anjî kîj aliyekî bidin, jiber ku, hun box we dizanin kî kar kiriye û xizmeta we kiriye ez daxwaz ji we dikim şîret û qanûnên komisyona serbixwe ya hilbijartinan esas bigirin û ti carî wan binpê nekin û eger kes jî bixwaze zilmê li me bike vê bersefeke me jî hebe.
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku, xelkê Silimanî Mamosteya Kurdatiye û em ji wan hînî Kurdatî bûne û xelkê Silimanî xwedanê partiye, Serok Barzanî got: Em sozê nadin we ku, emê wisa dikin û bo we wisa dikin, hun bo xwe binêrin ka me çî kiriye û gelek tiştên din jî mane ku, em ji bo we bikin.
