• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi kadro û endamên leqa yek ya PDKê re civiya

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi kadro û endamên leqa yek ya PDKê re civiya
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo devera Behdînanê de îro endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi endam û kadroyê leqa yek ya PDKê a li Dihukê re civiya.

Di destpêka civîna han de birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Eylûlê de peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, şoreşa mezin ya Eylûlê xaleke gerîng ya werçerxana dîroka gelê Kurd bû û weke pêngaveke sereke bû sedema yek girtina Kurd û hêzên Kurdî.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, şoreşa Eylûlê îradeya gelê Kurd û berxwedaniya gelê Kurd a li dijî dagîrkerî û siyaseta tunekirinê îsabt kir.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û ragehand ku, hilbijartinên heyî bo Kurdistanê û bo destnîşan kirina çawetiya desthilatdariya Kurdistanê gelek girîng û dîrokî ne.

Barzanî eşkere kir ku dibe prosesa hilbijartinan di çarçoveya qanûn û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan û di çarçoveya normên demokratîk de werin meşandin û dibe tevahiya endam û kadroyên partiya demokrata Kurdistanê di dema propagende û di dema dengdanê de girêdayî bi şîretên komisyona serbixwe û qanûnan bin û xwe ji her cure kiryareke derqanûnî bidûr bixin û hewl bo nîşandana riyeke rast û serdemiyane ya demokrasiya Kurdistanê bidin.

Birêz Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa bername û armancên PDK û lîsteya 110 jî kir û ragehand ku, armanca sereke ya lîsteya 110 ya PDKê xizmet kirina xelkê Kurdistanê û awedan kirina Kurdistanê ye.

Hêjayê gotinêye ku, duhê birêz Mesrûr Barzanî li Zaxoyê jî bi xelkê vê bajarê re civiya bû û piştî civîna han jî xwendekarên serkeftî yên vê bajarê xelat kiribû.
Top