Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Çelebî civiyan
Di hevdîtineke de rewş û pêşhatên siyasî û ewlekarî yên niha ên li Îraqê û bandora wan li ser rewş û prosesa siyasiya Îraqê hate giftûgokirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, aloziyên heyî bi ti awayî xizmeta xelkê Îraqê nakin.
Her di vê civîna han de her du alî tekez li ser aramkirina rewşa siyasî û kontrol kirina bûyerên ewlekarî kirin û rewşa ewlekarî ya tevahiya deverên Îraqê were parastin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatin nîqaşkirin û her du alî piştîgriya normal kirina peyvendiyên han û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya danûstan û di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de kirin.
