• Wednesday, 11 February 2026
logo

NY: Hilbijartinên Kurdistanê gelek girîngin

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
NY: Hilbijartinên Kurdistanê gelek girîngin
Cîgirê nunerê NY yê li Îraqê û Cîgirê Berpirsê peyvendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Di hevdîtina han de rewşa Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî hate giftûgokirin û behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin.

Derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de Cîgirê nunerê Sekreterê NY yê li Îraqê eşkere kir ku, hilbijartinên Kurdistanê him bo Kurdistanê him jî bo Îraqê gelek girîngin û NY jî bi awayekî cidî çavdêriya wan hilbijartinan dike.

Çavkanî behsa ezmûna desthilatdariya Kurdistanê jî kir û got: Desthilata fedral ya Kurdistanê bûye nimûneyeke baş û berçav li deverê de.
Top