Nucêfî û Erdogan lihev kirin
Duh çarşeme 11/9 serokê parlemantoya Êraqê Usame Nucêfî bi serokayetiya şandeke parlemanê li Enqerê paytexta Tirkiyê li gel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiya.
Di hevdîtinê de ku wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu jî amadebû, Usame Nucêfî daxwaz kir pêwendiyên navbera Êraq û Tirkiyê vegerin û kêşeyên navbera xwe de jî çareser bikin.
Ji aliyê xwe ve jî Erdogan pêşwazî li xwesteke Nucêfî kir, ku herdu alî li ser pêşvebirina pêwendiyan û vekirina laperekî nû di wê barê de û her weha li ser hevdîtinên di navbera herdu wezîrên derve yên herdu welatan lihevkirin.
Her weha biryare jî şanda parlemana Êraqê roja şemiyê biçin Tehranê paytexta Êranê.
Hêjayî gotinê ye eve du salin pêwendiyên navbera Êraq û Tirkiyê de aloz bûne bi taybet jî piştî çûyîna cîgirê serkomar yê ji kar hatiye avêtin Tariq Haşimî bo Tirkiyê ku ji aliyê dadgeha Êraqê bi tawana terorê daxwazkiriye û bidarvekirinê bi şêweya amadenebû hate hukim kirinê.
Xendan
