• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlemana Iraqê îro ji ber gefa êrişê hate valakirin

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
Parlemana Iraqê îro ji ber gefa êrişê hate valakirin
avahîya parlemana Iraqê li nawçeya Kesk a Bexdadê hate valakirin û hemû karmendên wê bo derveyê baregehê parlemanê hatine veguhastin. Ew yek jî piştî gefa êrişkirina ser parlemana Iraqê û hoşdarîya dezgehên ewledarîyê hat.

Jêdereke ewledarîya Iraqê ragihand, ku êvarîya îro çarşembe hêzeke ewlehî ya taybet bi parêzgarîkirin li telara parlemana Iraqê, avahîya parlemanê ji karmendan vala kir. Li gor zanyarîyan, hokarê valakirina parlemana Iraqê, gefa pêkhatina êrişekê bo ser parlmana Iraqê bûye û valakirina wê jî peywendî bi asayişa parlemanê ve hebûye.

Li gor jêdereke agahdar, êriş ji jêdereke nenaskirî bûye .
Top