• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîr berda bingehîn ya bendava gomespan danî

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
Serokwezîr berda bingehîn ya bendava gomespan danî
Duh 11/9/2013 li devera Bestûre ya li Bakûrê bajarê Hewlêrê de bi merasimeke fermî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî berda bingehîn ya bendava gomespan danî.

Di destpêka merasima han de ku, çendîn wezîr, parlementer û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî têde amadebûn, wezîrê çandinê yê hikûmeta Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya damezrandina bendava han û siyaseta girîngî dana hikûmeta Kurdistanê bi warê jîngeh, çandin û parastina avê kir.

Pişt re Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide asayîşa xwerak ( erzaq) û ewlekariya xwe ya netewî di her warî de gerentî bike û bo vê yekê jî çendîn peroje û planên demkî û demdirêj daniye û hêdî hêdî dest bi cîhbicîh kirina wan planan dike.

Barzanî herwiha diyar kir ku, damezrandina vê bendava han jî beşeke ji wan plan û projeyan û em dixwazin bi damezrandina vê bendava han keta çandin û ajeldarî li deverê de zinî dikin û ew kerta han pêşve bibin û lewergehên deverê jî bikin cêheke goncaw bo xwedî kirina ajel û sewalan.

Serokwezîr anî ziman ku, projeya ew bendava han vê di nava 5 salan de bi dawî bibe û ew projeya han di warê dabîn kirina pêdeviyên erzaq, berhemên çandinî û dabîn kirina ewlekariya netewî ya xwerak de roleke gelek girîng bilîze.
Top