• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Zaxoyê Mesrûr Barzanî bi Şîniyên deverê re civiya

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Li Zaxoyê Mesrûr Barzanî bi Şîniyên deverê re civiya
Di çarçoveya kempînên propagendeya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de îro endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî serdana devera Zaxoyê kir û bi Şîniyên Zaxo û derdorê re civiya.

Di destpêka civîna han de birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52mîn salvegera destpê kirina şoreşa Mezin ya Eylûlê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd kir û ragehand ku, şoreşa Eylûlê werçerxaneke gelek mezin û dîrokî bû bo gelê Kurd û bû sedema zindî bûna îradeya netewiya gelê Kurd.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û di vê çarçoveyê de behsa bernameya lîsteya 110 ya partiya demorkata Kurdistanê kir û ragehand ku, partiya demokrata Kurdistanê hewl bo sepandina pergaleke qanûnî û desthilateke qanûnî dide.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, partiya demokrata Kurdistanê dixwaze paşerojeke geş û welateke awedan pêşkêşî nibişên nû bike.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, bernameya lîsteya 110 ya PDKê bernameyeke serdemiyaneye û armanca sereke ya vê bernameya han xizmet kirina welatiyên Kurdistanê û herwiha awedan kirina Kurdistanê ye.
Top