• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîr bi wezîrê derve yê Holendayê re civiya

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Serokwezîr bi wezîrê derve yê Holendayê re civiya
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê derve yê Holendayê Frans Timmermans û heyeteke pê re civiya.

Di destpêka civînê de wezîrê derve yê Holendayê kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr re diyar kir û pişt re jî her du alî rewşa siyasî ya Îraq, peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de nîqaş kirin.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Holendayê başbûna peyvendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi girîng wesif kir û behsa destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî bo serdan kirina Bexdayê kir û ew destpêşxeriya han jî bo çareser kirina kêşeyên heyî bi pêngaveke gelek girîng û dîrokî wesif kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Holendayê de jî kirin û wezîrê derve yê Holendayê eşkere kir ku, rewşa baş û biewle ya Kurdistanê bûye sedem ku, Kurdistan bibe meydaneke baş ya bizavên bizirganî û abûrî û Holenda jî dixwaze peyvendiyên xwe bi Kurdistanê re bi taybetî di warê çandinî û abûrî û siyasî de berfiretir bike û niha jî bo vê yekê hewl bo damezrandina nivîsgeheke xwe li Hewlêrê dide.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, Kurdistan jî xwedan xwesteke ku, peyvendiyên xwe bi welatên cîhanê re bi taybetî bi welatek weke Holendayê re bihêztir bike û fêde ji ezmûna wan werbigire.

Serokwezîrê Kurdistanê ew yek jî eşkere kir ku, bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Holenda û Kurdistanê de hikûmeta Kurdistanê amdeye ku, her cure hevkarî û karasanî pêşkêş bike.
Top