• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kabîneya hikûmetê mijarên hilbijartin, xwandina li derve, bûdceya 2014, dabînkirina benzîn û alîkarîya awareyên Rojava nirxand

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Kabîneya hikûmetê mijarên hilbijartin, xwandina li derve, bûdceya 2014, dabînkirina benzîn û alîkarîya awareyên Rojava nirxand
Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna cîgirê seroawezîr Îmad Ehmed civiya.

Di civînê de ku, duhî li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, civata wezîran tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê û saziyên wê yên peywendîdar hemû hevkarî û hêsankariyan pêşkeşî Komisyona Balaya Serbixweya Hilbijartinan dike daku, komisyon bikare bi awayekî organîzekirî pirosesa denganê birêve bibe û hikûmet daxwazê ji hemû aliyan dike li gor tewsîyeyên komisyona bala tevbigerin û ji bona dengdan bi başî û serketî û bê pirsgirêk birîve biçe divê hemû alî alîkar bin.

Di civînê de minaqeşeya alîkarîkirina xwendekarên li dervey bernameya geşepêdanan şiyanan û li ser hisaba xwe li zanîngehên cîhanî ji bo wergirtina master û diktorayê li derveyî herêma Kurdidtanê dixwînîn hat kirin û biryar hat dan ew xwendekarên pêştir molet wergirtiye biçin derve bixwînin, ji aliyê madî ve alîkariya wan bêt kirin.

Ji bona organîzekirina vê meseleyê, civînê biryar da ku, ji nuha û pêve rênîşanderên nû ji bo wergirtina moleta xandinê bên dan, bi awayekî her wezaretk li ser esasê îmkakan moletê bi xwendekaran bide û pêdawîstiyên herêma Kurdistanê jî di warê pisporiyên cuda li ber çavan bêt giritin.

Behsa budceya herêma Kurdistanê a sala 2014ê di civînê de hat kirin. Li dor yekirina buhayê benzînê li sertaserî herêma Kurdistanê jî, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê got ku, piştî lêkolînekê eşkere bû gelek giriftarî di warê buha û kalîte û dabeşkirina benzînê de heye, loma ”wezaretê biryar da buhayekî nû bo benzînê li sertaserî herêma Kurdistanê diyar bike û bibe standard.”

Wezîrê samanên xwezayî got jî ku, hikûmeta herêma Kurdistanê heta nuha bi buhayê 10 milyon dolaran sutemenî bo penamberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê dabîn kiriye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, ew biryara wezareta samanên xwezayî bi karekî baş wesif kir û ew pêngava wezareta samanên xwezayî ya diyarkirina buhayê benzînê li herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Top