• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Hindistanê pevçûn: 28 kes mirin

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Li Hindistanê pevçûn: 28 kes mirin
Li bajarê Muzaffarnagarayê ya ku başûrê Hindistanê, di navbera Hindû û Misilmanan de pevçûn derket û di encamê de 28 kes mirin.

Li gor nûçeyeke ajansa Anadolê, polêsên Hindîstanê diyar kirine ku dawiya hefteyê li eyaleta Uttar Pradeşê gundên ku nêzîkî Muzaffarnagarê pevçûn çêbûn. Di pevçûnan de 28 kes mirin û hin kes jî winda ne.

Berpirsiyarên polêsan diyar kirin ku bi telefonên destan û medyaya civakî gotegot çêdibin û ev jî dibe asteng ku tundî biqede. Piştî pevçûnan li herêmê derketina kolanan hat qedexekirin.

Xendan
Top